NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKKOMAR ERDOGAN: ÎSRAÎL DEVLETA TERORÊ YE

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya xwe ya li Foruma Kar a Cezayîr û Tirkiyeyê ya li Cezayîrê ku di serdaneke fermî de bû wiha got: "Îsraîl, bombeya atomê ya te heye, me li ser vê yekê me gilîyê te bi rayedarên peywendîdar kir û emê dîsa bikin." Serokomar Erdogan di axaftina xwe bi piranî behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê kir û got ku Îsraîl dewleteke terorîst e.

SEROKKOMAR ERDOGAN: ÎSRAÎL DEVLETA TERORÊ YE

 Erdogan axaftina xwe wiha domand, "Ji ber vê yekê divê demildest ev wehşet û komkujî sewqê Dîwana Edaletê ya Laheyê bê kirin.

Ji ber vê yekê bi hezaran hevalên me yên parêzer niha xebatên xwe didomînin, divê em dewleta Îsraîlê bi taybetî jî Binyamin Netanyahu bişînin ku ew li vir werne darizandin." Erdogan di berdewamîya axavtina xwe de wiha got, "Îsraîl, bombeya atomê ya te heye.

Me li ser vê yekê gilîyê te bi rayedarên pêwendîdar kir û emê dîsa bikin.

Ev mijar ewlehîya hemû herêmê û Tirkîyeyê jî dike nav xeterê. Emê hem li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û hem jî li Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî re hewldanan pêk bînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.