NÛÇEYÊN KURDÎ

SERWÎSA KARKERAN LI TIRÊ QELIBÎ! 1 MIRÎ, 6 BIRÎNDAR

Li Dîlokê serwîsa karkeran li TIRa parkkirî qelibî, di encamê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

SERWÎSA KARKERAN LI TIRÊ QELIBÎ! 1 MIRÎ, 6 BIRÎNDAR

Li Dîlokê serwîsa karkeran li TIRa parkkirî qelibî, di encamê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Qeza li nêzî Taxa Sefaşehîrê ya Rêbeja Dîlok-Nûrdagîyê pêk hat. Servîsa karkera ji paş ve li romorka TIR'a ku rawestîyabû xist.

Ekîbên tenduristîyê, agirtef, tîmên ewlekarîyê sewqê cîhê qezayê bûn. Di kontrola ewil a ekîbên tenduristîyê da hat tesbîtkirin ku karkerê di serwîsê de Cîhan Kodalakoğlu li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da.

Ajokar û 6 karkerên di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.