NÛÇEYÊN KURDÎ

SES’Ê BERTEK NÎŞANÊ BI 38 LÎREYÊ ALÎKARÎYA CILÛBERGAN DA!

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES), ji alîkarîya Wezareta Tenduristîyê ku 38 TL ji bo cilûbergan dide re berteş nîşan dan.

SES’Ê BERTEK NÎŞANÊ BI 38 LÎREYÊ ALÎKARÎYA CILÛBERGAN DA!

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES), ji alîkarîya Wezareta Tenduristîyê ku 38 TL ji bo cilûbergan dide re berteş nîşan dan. Endamên SES'ê ji bo nerazîbûna xwe bînin ziman li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîlê hatin cem hev û pankarta "Alîkarîya cilûbergên Wezareta Tenduristîyê=38 TL" vekirin. Nûnerê SESê yê Şaxa Amedê Recep Oruç, di çalakîyê de daxuyanî da û got, "Her ku enflasyon zêde dibe û krîza aborî kûr dibe, kedkaran bi xizanîyê re tenê dimîne. Alîkarîya cilûbergên ku wezaret layiqê me dibîne, tenê têrê goreyan e.” Oruç dîyar kir ku mafên xebatkarên tenduristîyê tên binpêkirin û xwest ku li gorê enflasyon û şert û mercên kirînê alîkarîya cilûbergan bê nirxandin û wiha berdewam kir; "Bi rewan dîtina van reqemên ku ji bo xebatkarên tenduristîyê yên ku di dema pandemîyê de bi dilsozîyek mezin xebitîn, tinazên xwe bi eqlê me dikin. Em daxwaz ji wezaretê dikin ku tavilê van reqeman ji nû ve sererast bike û gavên pêwîst bavêje da ku pisporên tenduristîyê li gor enflasyon û hêza kirînê ya îro, alîkariya cilan werbigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.