NÛÇEYÊN KURDÎ

SES: JI SEDÎ 71'Ê XEBATKARÊN TENDÛRISTÎYÊ DIXWAZIN HERIN DERVEYÎ WELAT

Sendîkaya Kedkarên Tendûristî û Xizmeta Civakî (SES), encamên anketê ya derbarê rewşa aborî û civakî ya kedkarên tendûristî û xizmeta civakî de, bi raya giştî re parve kir.

SES: JI SEDÎ 71'Ê XEBATKARÊN TENDÛRISTÎYÊ DIXWAZIN HERIN DERVEYÎ WELAT

Rêxistinên sivîl yên Amedê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, li ber Edlîyeyê daxuyanî dan. Daxûyanîyê Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrlîklî xwend. Bîrlîklî anî ziman ku li gor Atlasa Ziman a UNESCO'yê, li cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya windabûnê de ne û dîyarkir ku ji 15 rojan carekê zimanek winda dibe. Bîrlîklî di serî de zimanê Kurdî û çanda Kurdî ku bi sedsalane tê asîmîlekirin û hemû zimanên ku di bin xetereya windabûnêyê de ne parastina wan zimanan xwet û wiha berdewam kir; “Em daxwaz dikin ku, dev ji polîtîkaya asîmîlasyonê berdin û rêgezên qanûnî ji bo ziman bi nûjenkirinê û bi piştgirîyê bên pêşxistin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku, amadekarîyên pêwîst bikin da ku hemû welatîyên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.” Birlikli daxwazên ku sazîyên daxuyanîyê îmze kirine wiha anî ziman; “bila astengîyên li pêşîya perwerdeya bi zimanê zikmakî bên rakirin. Dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û monîst bên berdan û vegerandina navên niştecihên ku navên wan hatine guhertin, li hemû navneteweyî bên rakirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.