NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞEWATA KU LI REZANÊ DERKET BÛ SEDEMA XISARA MADÎ

Li navçeya Rezan ya Amedê, di malekê de şewat derket û bû sedema xisareke mezin ya madî.

ŞEWATA KU LI REZANÊ DERKET BÛ SEDEMA XISARA MADÎ

Li navçeya Rezan ya Amedê, di malekê de şewat derket û bû sedema xisareke mezin ya madî. Bûyer, di saetên sibehê de li kolana 251'an a Taxa Şeyhşamîl ya Navçeya Rezanê pêk hat. Şewata ku tê texmînkirin ji ber pêwendîya elektrîkê derketîye, ji alîyê ekîbên agirtefê ve bi dijwarî hat kontrolkirin. Li gor xebatên agirtefê, li malê xisareke mezin ya madî çêbûye. Hat ragihandin ku di şewatê de ti kes zîrar nedîtin. Ji bo sedema şewatê, lêkolîn berdewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.