NÛÇEYÊN KURDÎ

SEXTEKARÎYA “ZÊRÊN SEXTE BI YÊN RAST RE GUHERTIN”

Yek ji rêbazên nû yên sextekarîyê, “zêrên sexte bi yên rast re guhertin” duh li Amedê li dikana zêrfiroşekî pêk hat.

SEXTEKARÎYA “ZÊRÊN SEXTE BI YÊN RAST RE GUHERTIN”

 

Yek ji rêbazên nû yên sextekarîyê, “zêrên sexte bi yên rast re guhertin” duh li Amedê li dikana zêrfiroşekî pêk hat.

 

Di vîdeo û agahîyên ku ji Serokatîya Jûreya Zêrgeran a Amedê (DÎKO) gihîştin navenda me ya nûçeyan a Amed Radyo TV de, di bûyera ku duh li Amedê di dikaneke zêrfiroşan de pêk hat de, jineke ku weke mişterîyek normal hat cîhê kar û xwest ku bazinê zêr bikire.

 

Piştê ku li bazinan mêze kir, bazinên sexte ji berîka xwe derxist û yên bi rast ve guhert. Zêrfiroş ku ferq kir zêrê sexte ye, ji jinê xwest ku bazinên zêr ên rast bide wî. Jina ku sextekarîya wê derket holê ji bo xwe biparêze got ku bi şaşî zêrên sexte yên di bêrîka wê de bi zêrên rast ve tevlêhev kirîye. Zêrfiroş piştê bazinên zêr ên rast ji jinikê wergirt, rewşê ji polêsan re ragihand.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.