NÛÇEYÊN KURDÎ

SHELL CÎH NEDA KURDÎ! “KURDÎ TUNEBE ÊDÎ SHELL JÎ TUNE YE”

Di warê sotemenîyê de yek ji şîrketên pêşeng ên dinyayê, li seranserê Tirkîyeyê li îstasyonên xwe yên neftê bi dehan zimanan pêşwazîyê li mişterîyên xwe dike, le belê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tuneye.

Ev rewşa cûdaxwaz bû sedema bertek û nerazîbûnan. Shell ya ku navenda wê li Hollanda ye û bi hevkarîyeke Brîtanya-Hollandî ye, bi hezaran ofîsên wê yên petrolê li Tirkîyeyê hene. Şîrketa ku ji bo kêfxweşîya mişterîyên xwe bi gelek zimanên wek Îngîlîzî, Tirkî û Erebî li ser derîyê xwe "bi xêr hatî" nivîsandîye, cîh nedaye zimanê Kurdî.

Serokê berê yê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê "cudakarîyê" ya ku Shellê kirîye da û wiha got, “Li mala me ji me bi milyonan re 'bixêr hatin' tune ye! Kurdî tune be Shell jî tuneye êdî” û Banga, “Ji Shellê re boykot” kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.