NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞIK: DOZA HERÎ MEZIN A ROJNAMEVANÎYÊ YA SALÊN DAWÎ

Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP) rapora xwe ya li ser girtina 16 rojnamevanên Kurd a bi sernavê "Rojnamevanî dîsa dibe mijara sûc" li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê eşkere kir.

Wekîlê TÎP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, li ser raporê axivî û girtina rojnamevanan weke doza herî mezin a rojnamevanîyê ya salên dawî bi nav kir û wiha berdewam kir; “Mîna her kesê ku ne alîgirê hikûmetê ne û li pey heqîqetê ne, bûne hedef.” Şik, anî ziman ku rojnamevan ji ber îfadeyên şahîdên veşartî û bi îdîayên nedîtbar hatine girtin. Şik her wiha dîyarkir ku di derbarê girtina rojnamevanan de xwestîye bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinê bike lê dozger bi hincetên cuda bi wî re hevdîtin pêk neanîye.

Hevseroka Cemîyeta Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglu jî di daxuyanîyê de mafê axaftinê girt û dîyarkir ku di serdema desthilatdarîya AKP'ê ya 20 salan de, azadîya çapemenî û îfadeyê hatîye tunekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.