NÛÇEYÊN KURDÎ

SIWAREYA CIWANÊN DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE WENDA BÛBÛ HAT DÎTIN

3 ciwanên ku ji Amedê ji bo gerûgeştê diçûn navçeya Ovacika Dêrsimê, li kîlometreya 40emîn a rêya Ovacikê siwareya wan qeza kiribû û di Çemê Mûnzûrê de wenda bûbûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirina her sê ciwanên ji Amedê, di roja 11emîn de berdewam dike.

Di encama xebatên lêgerînê de îro di roja 11emînde siwareya ciwan hat dîtin.

Berpirsîyarê AFADê yê Dêrsimê Ozgur Aydogdû, derbarê rewşa dawî de agahî da û wiha got, “Wêneyê wesayitê li nuqteya ku me berê guman dikir, bi qasî 300 metre di binê nuqteya ku wesayit lê ketibû de xuya bû.

JI BO DÎTINA CIWANÊN DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE WENDA BÛNE XEBAT DIDOM IN

Di lêkolîna me ya çend roj berê de, me li ser avê lekeyek mîna sotemenîyê dît. Me giranî li wê herêmê girt. Dîtina di avê de îro hinekî baştir bû. Heya niha xebatên me yên ji bo derxistina wesayitê ji qada ku lê asê mabû, dewam dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.