NÛÇEYÊN KURDÎ

SIWAREYA XWE BI TELEFONEK MOBÎL RE GUHEZTIN KIR

Ciwanê ku li Meletîyê dijî, dema nikaribû siwareya xwe bifiroşe, bi telefona mobîl re guhert.

SIWAREYA XWE BI TELEFONEK MOBÎL RE GUHEZTIN KIR

Welatîyê bi navê Yasir Aksaç (25) ê li Meletîyê dijî, dîyar kir ku ji bo siwareya xwe ya ku buhayê wî 55 hezar TL ye, xwest bifiroşe. Lê belê ligel hemû îlanên ser înternetê jî tu kes siwareya wî nexwest bistîne. Aksaç wiha berdewamkir; “Ji min re jî telefonek lazim bû. Me jî got ku em çima siwareyê bi telefona mobîl re guheztin nakin? Me nivîsa 'Bi telefonê re siware tê guheztin’ li cama paşîn a siwareyê ve zeliqand. Kesek telefonê min kir û got ku ‘ez dikarim telefona xwe bi siwareya te re guheztinê bikim.’ Me jî li hev kir.” Aksaç ê ku siwareya xwe ji bo telefona mobîl ya di markayek de modela herî dawî guhezt, wiha got; “Ez kêfxweşim, ê kû siwareya min kirî ew jî kêfxweş e. Ji me herduyan re ser xêrê be.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.