NÛÇEYÊN KURDÎ

SOYLÛ BERSIV DA DIRÛŞMEYÊN “HIKÛMET ÎSTÎFA” Û GOT: HODRÎ MEYDAN

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji bo dirûşmên "Hikûmet îstîfa" ku di maçên Fenerbahçe û Beşîktaşê de hatibû berz kirin, daxuyanî da û got: "Hodrî Meydan".

Di maça Fenerbahçe ya bi Konyasporê re list, ji stadyûmê dengên drûşmên “Hikûmet Îstîfa” bilidn bûbû. Do êvarê di maça Beşîktaş-Antalyasporê de jî, alîgirên li stadyumê bi heman dirûşmeya “Hikûmet Îstîfa” deng bilind bûn. Ev rewş di qada sîyasî de jî rageşî zêde kir.

Soylu, anî ziman ku "Eger dixwazin navberê bidin mesaîaya me, em dikarin bi hêsanî navberê bidinê, hodrî Meydan. Divê ti kes hêza ewlekarîya Tirkîyê ne pîve. Ev pêşnîyara min e. Divê hewl nedin vê pêvajoya ku ev gel pê re rû bi rû ye, bi mejîyê marjînal û zêhnîyeta marjînal jehrî bikin."

Li alîyê din Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li ser medyaya civakî bertek nîşan da û xwest maçên futbolê bêyî temaşevan an jî 'bi tedbîr' bên lîstin. Bahçelî dema ku silogan nesekinîn ji endamtîya Beşîktaşê îstifa kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.