NÛÇEYÊN KURDÎ

SOYLÛ RUTBE Û MAFÊ WAN JÊ GIRTIBÛ, YERLÎKAYA LÊ VEGERAND!

Mafê midûrên polîsan ên berê yên ku bi biryara Lijneya Disîplînê ya di serdema Suleyman Soylû de ji wan hatibû wegirtin, li wan hatin vegerandin.

Midûrê Emnîyetê yê berê Sabrî Uzun û Hanefî Avcî yên ku di serdema Suleyman Soylû de rutbeya wan hatin jê kirin, çekên wan ji wan hatin stendin û ketina avahîyên Midûrîyeta Giştî ya Emnîyetê li wan hatin qedexekirin, sewqê dîsîplînê hatibû kirin.

Serlêdana Uzun û Avcî yên ku derbarê wan de dabûn edlîyeyê, ji alîyê daraza îdarî ve hat qebûlkirin. Li gor nûçeya rojnameya Duvarê, biryar ji Wezareta Karên Navxweyî re hatîye ragihandin.

Piştî îxbarê wezaretê biryara darazê qebûl kir û Uzun û Avci, rutbên wan, çekên wan ên xizmetê û mafê wan ên ketina avahîyên Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîyê li wan hatin vegerandin.

Piştê ku Yerlîkaya bû Wezîrê Karên Hundir, bi sedan kesên ku hêj biryara îadekirina wan nehatibû bicihanîn, hatin îadekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.