NÛÇEYÊN KURDÎ

SOYLU JI PARLAMENTERÊN HDP’Ê RE “ALÎGIRÊ TERORÎST” GOT

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Rıdvan Turan de îfadeya "alîgirê terorîst, rûreş" bikar anî.

SOYLU JI PARLAMENTERÊN HDP’Ê RE “ALÎGIRÊ TERORÎST” GOT

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Rıdvan Turan de îfadeya "alîgirê terorîst, rûreş" bikar anî. Di Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclîsê û muzakereyên butçeya sala 2023an a Wezareta Karên Hundir de nîqaşên mezin derket. Di dema wan nîqaşan de Wezîr Soylu, cara ewil ji parlamenterên HDP'ê re wek "alîgirê terorîst" got û paşê jî ji wan re gotina "terorîst" bi lêv kir. Her ku nîqaş mezin bûn Serokê Lîjneya Plan û Budçeyê Cevdet Yilmaz ket navberê û hewl da navbera wan de aramîyê bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.