NÛÇEYÊN KURDÎ

SOZA HATÎPOGLU YÊ AKP’YÎ ROJNAMEVANAN ACIZ KIR

Soza Namzedê Şaredariya Eskîşehîrê ya AK Partiyê Nebî Hatîpoglu, rojnamevanan aciz kir û wiha got in: "Em wek rişwet dinirxînin.

SOZA HATÎPOGLU YÊ AKP’YÎ ROJNAMEVANAN ACIZ KIR

 

 Nebî Hatîpoglu yê ku ji alîyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve wek Namzedê Şaredarîya Bajarê Mezin a Eskîşehîrê ya AK Partîyê hat dîyarkirin, wiha got: "Em ê ji şîrîketên şaredarîya xwe qasê mûçeya kêmtirîn bidin endamên çapemenîyê û piştgirîyê bidin çapemenîya herêmî.

 Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Eskîşehîrê Yilmaz Karaca bi daxuyanîyeke nivîskî bertek nîşanê Hatîpoglu da û wiha got; "Ji bo namzetê şaredarîyê tiştekî normal e ku bixwaze piştgirîyê bide sazîyên çapemenîyê, lê sozên wek rişwetê yên ji bo xebatkaran ne rast e.

Hatîpoglu yê ku demekê xwedîyê rojnameyê bû, di 10ê Çile Roja Rojnamevanên dixebitin de ev soz da û ev rojnamevanan êşand. Em vê soza Hatipoğlu wekê soza rişwetê dinirxînin û wê şermezar dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.