NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL BOMBERANA LI SER GAZEYÊ DIDOMÎNE

Êrîş û bombebarana Îsraîlê ya li ser Gazeyê didome. Di êrîşa duh êvarê de herî kêm 56 Filistînî hate kuştin.

ÎSRAÎL BOMBERANA LI SER GAZEYÊ DIDOMÎNE

Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser dibistaneke ku Filistînîyên bêwar ên li Şerîda Gazeyê xwe lê spartine de de herî kêm 56 kes jîyana xwe ji dest dan.

 

Li gor ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê bi şev bombebarana xwe ya li ser mal, mizgeft û dibistanên ku Filistînîyên bêwar li deverên curbicur ên Şerîa Gazayê bi cîh bûne, berdewam kirin.

 

Artêşa Îsraîlê her wiha Midûrîyeta Perwerdehîya Navendî û derdora Dibistana Xalid Bin Welîd a li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li navenda Gazeyê bi bombeyên fosfor û dûmanê hedef girt.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.