AMED

ÎSRAÎL: BOMBEYÊN ME YÊN BI FOSFORA SPÎ HENE

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bombeyên dûman ên ku fosfora spî tê de hene, di envantera wan de hene.

ÎSRAÎL: BOMBEYÊN ME YÊN BI FOSFORA SPÎ HENE

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bombeyên dûman ên ku fosfora spî tê de hene, di envantera wan de hene.

Di daxuyanîya ku ji alîyê radyoya artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Di destê me de bombeyên dûman ên ku fosfora spî tê de hene, ji bo kamûflajê hatine çêkirin û ne ji bo êrîş û şewitandinê ne." Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric dîyar kir ku ew ji ber bikaranîna çekên wekê fosfora spî bi taybetî li herêmên qelebalix bi fikar in.

Li gorê nûçeya Ajansa Anadoluyê, di nûçeya Televizyona El-Eqsa ya Filistînê ya 8ê berfanbarê de hat ragihandin ku Îsraîl di êrîşa xwe ya li dijî dibistaneke Kampa Penaberan a Cîbalîyayê ku gelek sivîl lê dimînin "bombeyên fosfor û dûmanê" bi kar anîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.