NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL DERDORA NEXWEŞXANEYA KU 12 HEZAR KES SITAR BÛNE BOMBE KIR

Îsraîl derdora nexweşxaneya ku 12 hezar kesên xwe lê sipartine, bombebaran kir. Balafirên şer ên Îsraîlê ku bi rojan e bomberanna li ser Gazeyê didomînin,

ÎSRAÎL DERDORA NEXWEŞXANEYA KU 12 HEZAR KES SITAR BÛNE BOMBE KIR

Îsraîl derdora nexweşxaneya ku 12 hezar kesên xwe lê sipartine, bombebaran kir. Balafirên şer ên Îsraîlê ku bi rojan e bomberanna li ser Gazeyê didomînin,

vê carê derdora Nexweşxaneya Qudsê bombe kirin. Di daxuyanîya xwe ya duh de Heyva Sor a Filistînê ragihandibû ku rayedarên Îsraîlê gefa bombebaranê li Nexweşxaneya Orşelîmê xwarîye û daxwaza teqez valakirina nexweşxaneyê kirîye.

Heyva Sor a Filistînê piştê êrîşê daxuyanîyeke nû parvekir û dîyar kir ku hêzên artêşa Îsraîlê yên ku ji personelên tenduristîyê yên li Nexweşxaneya Orşelîmê ya li herêma Tel el-Heva ya Gazeyê û sivîlên ku li wê derê sitar bûne, xwestin ku ji nexweşxaneyê derkevin û ji ber vê yekê derdora nexweşxaneyê bombebaran kirin e.

Hate dîyarkirin ku hin cîhên nexweşxaneyê xisar dîtine, lê belê hat destnîşankirin ku xebatkarên tenduristîyê yên li nexweşxaneyê dest ji erka xwe bernadin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku 12 hezar kes bi hinceta ku ewleh e li Nexweşxaneya Orşelîmê sitar bûn û nexweş û birîndar jî di nav de nêzî 800 kes li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Li alîyê din ve hat ragihandin ku di roja 24emîn a pevçûnên Îsraîl-HAMASê de, li Filistînê hejmara mirîyan derket 8 hezar û 5an, 20 hezar û 242 kes jî birîndar bûn. Her wina Li hêla Îsraîlê jî hezar û 400 kes mirine û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.