NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL, LI ŞERÎDA GAZE’YÊ HETA NIHA 106 ROJNAMEVAN KUŞTÎYE

Di êrîşên Îsraîlê yên 7 Cotmehê û heta niha ve 106 rohnamevanên Filistînî hatin kuştin.

ÎSRAÎL, LI ŞERÎDA GAZE’YÊ HETA NIHA 106 ROJNAMEVAN KUŞTÎYE

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Gazeyê ku êrîşên xwe yên tund berdewam kir, di 84 rojan de 106 rojnamevanên Filistînî kuştîye.

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê Buroya Çapemenîyê ya Hikûmetê ya li Gazeyê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî Kampa Penaberan a En-Nusayrat a li navenda Şerîda Gazeyê de rojnamevanekî din jîyana xwe ji dest daye.

 

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku nûçegîhanê Kanala El-Quds Cebr Ebû Hedrûs di êrîşê de jîyana xwe ji dest daye û hejmara rojnamevanên ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Gazeyê jîyana xwe ji dest dane derket 106'an.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.