NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL ÊRÎŞÊ DIBISTANEK A LI GAZE’YÊ KIR! GELEK KES MIRIN

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Gazeyê û dibistaneke girêdayê Ajansa Alîkariya Penaberan a Filistînê (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kesên ku malên xwe terikandine û lê siwar bûn, bi bombeyan êrîş kir.

ÎSRAÎL ÊRÎŞÊ DIBISTANEK A LI GAZE’YÊ KIR! GELEK KES MIRIN

Hat ragihandin ku di êrîşa li dijî dibistana UNRWA de gelek mirî û birîndar hene.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, hat dîyarkirin ku di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê de ku avahîya malbata El-Bakrî li başûrê Xan Yûnis kir hedef, 7 jê zarok herî kêm 9 kes jîyana xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku di bin xirbeyên mala ku di encama bomberdûmana dijwar de hilweşîyaye de gelek kes hene.

Ji alîyê din ve Berdevkê Wezareta Tenduristîyê ya Gazeyê Eşref El-Qudra ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser Xan Yûnis û herêma Refehê ya li nêzê sînorê Misrê de gelek Filistînî ku piranîya wan zarok û jin in, hatin kuştin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.