GÜNDEM

ÎSRAÎL ÊRÎŞÊ ŞAMÊ KIR: 2 LEŞKER MIRIN, 2 BIRÎNDAR

Îsraîl li paytexta Sûrîyeyê Şamê êrîşeke hewayî pêk anî, di êrîşê de mirî û birîndar hene.

ÎSRAÎL ÊRÎŞÊ ŞAMÊ KIR: 2 LEŞKER MIRIN, 2 BIRÎNDAR

Îsraîl li paytexta Sûrîyeyê Şamê êrîşeke hewayî pêk anî, di êrîşê de mirî û birîndar hene.

Di daxuyanîya Wezareta Parastinê ya Sûrîyeyê de li ser mijarê; Îsraîl bi şev êrîşeke hewayî birîye ser Şamê. Di encama êrîşa ku saet derdora 02.00’an de ji alîyê bakur û rojhilatê Gola Teberîyê ve bi moşekan hat lidarxistin, 2 leşkerên Sûrîyeyê jîyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.Herwiha hat dîyarkirin ku zîyanên madî li firokexaneya navdewletî ya Şamê çêbûne û di êrişê de firokexane demkî ji xizmetê derketîye. Ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyê SANA ragihand ku di saetên şevê de gelek teqîn li derdora Şamê hatin bihîstin û berevanîya esmanî ya Sûrîyê êrişên Îsraîlê pûç û bêkêr kirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.