NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSTÎFAYÊN JI BO NAMZETÎYA HILBIJARTINÊ SIBÊ DAWÎ DIBE

Peywîrdarên kamûyê yên ku dixwazin di hilbijartinên rêveberîyên herêmî ku wê di meha Adarê de bên kirin de bibin namzet divê sibê heta saet 17:00’an dest ji karên xwe berdin an jî serlêdanên xwe yên teqawidbûnê pêşkêş bikin.

ÎSTÎFAYÊN JI BO NAMZETÎYA HILBIJARTINÊ SIBÊ DAWÎ DIBE

 

Di biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ku di 27ê cotmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de, hat dîyarkirin ku ji bo hilbijartina 31ê Adara 2024an re roja destpêkirinê ya fermî 1ê Çileya 2024an e û kesên ku dixwazin bibin namzed divê 1ê Berfanbarê heta saet 17:00an dest ji wezîfeya xwe berdin.

Di vê çarçoveyê de peywîrdarên kamûyê yên ku dixwazin bibin namzed divê sibê heta dawiya kar ji wezîfeyên xwe derkevin.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.