NÛÇEYÊN KURDÎ

STO: DEV JI POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ BERDIN

Rêxistinên sivîl, bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, li ber Edlîyeyê daxuyanî dan.

STO: DEV JI POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ BERDIN

Rêxistinên sivîl, bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, li ber Edlîyeyê daxuyanî dan. Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrlîkli daxuyanîyê xwend. Bîrlîkli, anî ziman ku li gor Atlasa Ziman a UNESCO'yê, li cîhanê nêzî 2 hezar û 500 ziman di bin xetereya windabûnê de ne û dîyarkir ku her 15 rojan carekê zimanek winda dibe. Birlikli daxwaza parastina hemû zimanên di xeterê û paşguhkirinê de kir, nemaze ziman û çanda kurdî ku di dirêjahîya dîrokê de hatiye asîmîlekirin. Bîrlîkli wiha got; “Em daxwaz dikin ku, dev ji polîtîkaya asîmîlasyonê berdin û polîtîkayên azadîxwaz, ên ku wê bi rêgezên qanûnî yên li ser ziman bên piştgirîkirin, bên pêşxistin. Em bang li hemû rayedaran dikin ku, amadekarîyên pêwîst bikin da ku hemû welatîyên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.” Birlikli daxwazên ku sazîyên îmze kirine wiha anî ziman; bila astengîyên li pêşîya perwerdeya bi zimanê zikmakî bên rakirin, dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û monîst bên berdan û vegerandina navên niştecihên ku navên wan hatine guhertin, li hemû navneteweyî bên rakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.