NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊ ÎDÎA KIRIN KU DI OTOBUSAN DE HUKMÊ ŞERÎETÊ DEST PÊKIRÎ YE

Di fîrmaya otobusên rêwîyan yên seyahata nav bajaran de hat îdiakirin ku jin û mêr yên ne xizmên hevdû bin an jî paş navê wan ne veke hev be, wê nikaribin bilêtan bistînin.

TÊ ÎDÎA KIRIN KU DI OTOBUSAN DE HUKMÊ ŞERÎETÊ DEST PÊKIRÎ YE

Di fîrmaya otobusên rêwîyan yên seyahata nav bajaran de hat îdiakirin ku jin û mêr yên ne xizmên hevdû bin an jî paş navê wan ne veke hev be, wê nikaribin bilêtan bistînin.

Li gor nûçeya Fîlîz Gazî ya Gerçek Gundemê, Rojnameger Okan Îrtem li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha îdî kirîye: “Şîrketa Kamil Koç li otobusên xwe hukmê şerîetê da destpêkirin. Jin û mêr nikarin li kêleka hev rûnin.” Îrtem bûyera ku di otobusê de jîyaye dema dixwest biçe Bursayê wiha dibêje; “Weke jin û mêr, bilêt li kêleka hev nayên derxistin. Heger hevdu nas bikin jî nayên birîn. Du hefte berê dema ku ez bi hevaleke xwe ya jin re çûbûm Bursayê, ji bo min bilêtek bi cinsîyeta jin hat derxistin. Min nikarîbû wekî mêr bilêt bistenda.” Îrtem, anî ziman ku ew ji alîkaran hîn bûne ku Wezareta Veguhastinê lihevkirinek wiha derbas kirîye û got; “Dema ku du hefte berê tiştekî wiha hate serê min, hêj nû min rewş fêm nekir. Îro mûawênan bi xwe daxuyanî dan. Wan dîyar kir ku heta paşnavên wan ne yek bin, ji kesên li kêleka hev ên jin û mêr re bilêt nayê dayîn. Her wiha di pergala bilêt stendinê ya li ser înternetê de jî kesên paşnavê wan ne weke hev be wê nikaribin bilêtan bistînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.