NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊ ÎDÎA KIRIN LI AMEDÊ QEYÛMAN LAPTOPÊN ŞAREDARÎYAN BERHEV KIRIN

Hat îdîakirin ku li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî computerên laptop ên li şaredarîyên di bin rêveberîya qeyûman de hatin berhevkirin û radestî emnîyetê hatin kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hat îdiakirin ku ji bo şaredarîyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin ji alîyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve talîmateke nû hatîye şandin.

Li gor îdîayê, kompîturên laptop ên personelên şaredarîyên Amedê yên di bin rêveberîya qeyûman de hatine komkirin, radestî cendirme û polîsan hatin kirin. Ji personelan re hat dîyarkirin ku kompîtur bi awayekî demkî hatin berhev kirin û rojek piştê hilbijartinên 14ê Gulanê wê bidin wan.

Hat îdiakirin ku ji her şaredarîyê di navbera 5 û 15 kompîturan de radestê polîs û cendirmeyan hatîye kirin. Derbarê mijarê de ji Wezareta Karên Hundir tu daxuyanî nehat dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.