NÛÇEYÊN KURDÎ

TÊKILDARÎ DOZA ELÇÎ TBB Û BAROYA AMEDÊ DAXUYANÎ DAN

Yekîtîya Baroyên Tirkîyê, Baroya Amedê û endamên baroyê derbarê geşedanê dosyeya dozê ya têkildarî kuştina Tahîr Elçî li ber Adlîyeya Amedê daxuyanî da.

Doza Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdarê ya 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê di encama êrîşa çekê de hatibû kuştin ev 7 sal in didome. Di danişîna dozê ya 15’ê hezîranê de daxwaza guhdarkirina serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davûtoglû hatibû erêkirin, pişt re ev biryar hatibû redkirin. Di daxuyanîyê de bal kişandin ser daxwaza reddî hakîm û daxuyanî wiha hat domandin: “Îro me bi daxwaznameyekê serlêdan kir û tê de  qebûlnekirina vê biryarê hat aşkerekirin. Endamên piranî ya dadgehê nikarin daxilî vê dozê bin. Em wek vekîlên mudaxîl vê dozê heta dawîn bişopînin. Endamên piranî yên dadgehê heta ku dev ji vê dozê bernedin em ê daxwazên xwe yên reddî hakîm dubare bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.