NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎMA KARATE YA KEÇAN YA AMEDÊ MAFÊ BEŞDARBÛNA FÎNALA TIRKÎYÊ BI DEST XIST

Tîma Karate ya Keçan a Amedê, mafê beşdarbûna fînala nîvfînalê ya Lîga Stêrkên Anadoluyê ya ku li Erziromê hat lidarxistin, bi dest xist.

Di pêşbirkên ku di navbera 23-26’ê Gulanê li Erziromê hatin kirin de, Tîma Karete ya Keçan a Amedê, bi 3 medalyeyên zêr, medalyeyek zîv û 2 medalyeyên tûnc wergirt û beşdarê fînala Tirkîyeyê bû. Nûnerê Karate yê Parêzgeha Amedê Ahmet Yazar, di derbarê mijarê de daxuyanî da. Yazar wiha got; “Turnûvaya ku ji 14 parêzgehan 150 werzîşvan beşdar bûn, 3 rojan berdewam kir. Armanca me ew e ku em di fînala Tirkîyeyê de jî cih bigirin. Ji bo ku karateya Amedê bigihînin asta bilind em ê bi hemû hêza xwe xebatên xwe bidomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.