GÜNDEM

TÎP, JI BO BERDANA CAN ATALAY WÊ 36 BAJARAN DERKEVIN KOLANAN

Piştê Hilbijartina Parlementoyê ya 14ê Gulanê, navên ku di heyama 28emîn a Meclîsê de wezîfedar bûn li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwar in û dest bi wezîfeyê xwe kirin.

Can Atalayê ku ji Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TÎP) ku wek Parlamenterê Hatayê hatîye hilbijartin ji girtîgehê derneket, sondnexwar û nekarî dest bi wezîfeyê bike. Atalay ku ji ber 18 sal cezayê girtîgehê yê Doza Gezîyê li Girtîgeha Sîlîvrîyê tê ragirtin, di 25'ê Gulanê de mazbataya wî hatîye wergirtin û ji bo serbestberdana wî yekser serî li Dadgeha Cezayê Giran hatibû dayîn.

Digel serlêdanê jî nûnerên partîyên mûxalîf, baro û rêxistinên girseyî yên demokratîk bertek nîşan dan ku çima Atalay nayê berdan. Li gel pêvajoya hiqûqî ya ku ji alîyê parêzerên TÎP û Atalay ve tê meşandin, îro li gelemperîya welat çalakî tên lidarxistin û endamên TÎP'ê ji bo serbestberdana Can Atalay li 36 bajar û 85 nuqteyên cuda wê daxuyanîyê bidin çapemenîyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.