NÛÇEYÊN KURDÎ

TÎSK’Ê DERBARÊ MÛÇEYA KÊMTIRÎN Û EYTÊ DE DAXUYANÎ DA

Civîna ewil a li ser diyarkirina xebatên mûçeya kêmtirîn a sala 2023’an wê îro bê lidarxistin.

TÎSK’Ê DERBARÊ MÛÇEYA KÊMTIRÎN Û EYTÊ DE DAXUYANÎ DA

Civîna ewil a li ser diyarkirina xebatên mûçeya kêmtirîn a sala 2023’an wê îro bê lidarxistin.

Serokê Konfederasyona Komeleyên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) Ozgur Bûrak Akkol, der barê mûçeya kêmtirîn de axivî û wiha got, “Heta niha derbarê vê mijarê de ti nîqaş nehatine kirin. Em ê berpirsîyarîya jimareyek hevseng û bi îstîqrar hilgirin ku kardêrên û karkerên me jê razî bibin.”

KÛRTÛLMÛŞ: MÛÇEYA KÊMTIRÎN WÊ LI GORÊ DILÊ WELATÎYAN BE

Li aliyê din Alîkarê Serokê Giştî yê AKPyê Numan Kurtulmuş ku beşdarî weşana zindî ya CNN Turkê bû. Derbarê zêdekirina mûçeyê kêmtirîn de li ser pirsa "Gelo mûçeya herî kêm wê ji 8 hezar TL'yî derbas bibe?" wiha bersiv da, “Wê mûçeya herî kêm a ku welatiyên me dibêjin ‘baş e’ û bi dilê wan be wê bê eşkere kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.