GÜNDEM

ÎTALYAYÊ JI BO ‘RÊVEBERÎYA KOÇBERÎYÊ’ 6 MEH OHAL RAGIHAND

Li Îtalyayê ji bo "Rêveberîya Koçberan" 6 meh rewşa awarte hat îlankirin. Gelek Îtalyanî bertek nîşanê vê rewşê dan.

ÎTALYAYÊ JI BO ‘RÊVEBERÎYA KOÇBERÎYÊ’ 6 MEH OHAL RAGIHAND

Li Îtalyayê ji bo "Rêveberîya Koçberan" 6 meh rewşa awarte hat îlankirin. Gelek Îtalyanî bertek nîşanê vê rewşê dan.

Serokwezîrê Îtalyayê Corcîya melonî derbarê vê biryarê de wiha got: "Ji bo ku em bi bandortir û di wextê xwe de bersivê bidin pêla koçberîyê, me Rewşa Awarte ragihand."

Muxalefet û pisporên koçberîyê hukûmetê bi dramatî zekirina pirsgirêka koçberîyê tawanbar dikin da ku "kêmasîya xwe" veşêre.

Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ji serê salê vir ve hejmara koçberên ku bi rêya deryayê hatin Îtalyayê, derket 31 hezar û 292an.

Parlamenter û pisporê dîroka koçberîyê yê partîya sereke ya opozîsyonê, Partîya Demokrat (PD) Toni Ricciardi, dîyar kir ku pirsgirêka koçberîyê ne rewşeke awarte ye, lê dîyardeyeke avahî ye û wiha got, "Rastî ev e ku hikûmet di navbera propaganda û rastîyê de nizane çi bikin."

Ewlekarîya Peravê ya Îtalyayê di dawîya hefteya borî de nêzî 2000 kes ji keştîyên li peravên Îtalyayê rizgar kiribûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.