GÜNDEM

TANRIKÛLÛ BAL KIŞAND SER TUNDÎYA LI JINÊ Û NEWEKHEVÎYA CINSÎ

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê "Rapora Binpêkirina Mafên Jinan a li Tirkîyeyê" weşand û bal kişand ser tundîya li ser jinê û newekhevîya cinsî.

Tanrikûlû di daxuyanîyê de wiha got, "Di sala 2022'an de herî kêm 108 jin di cinayetên kar de jîyana xwe ji dest dan e, herî kêm 327 jin jî, ji alîyê mêran ve hatine qetilkirin." Tanrikûlu, da zanîn ku li gor rapora Wekhevîya Cinsî ya Cîhanê ya, Tirkîye di nava 146 welatan de di rêza 124’an de ye û wiha got: “Jin li hemû cîhanê û li Tirkîyeyê rastî zext, heqaret û tundîyê tên. Keda wan tê xwarin û rastê destdirêjîyan tên. Di erdhejê de herî zêde bandor jinan hatîye. Careke din vê rojê li hemû jinan pîroz dikim. Em ê bi hev re pêşerojeke wisa ava bikin ku jin neyên îstîsmarkirin, zext û tundî neyê kirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.