NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: EM Ê TEQEZ VÊ DARBEYA LI DIJÎ MAKEZAGONÊ TÊ BIBIN

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku biryara Dadgeha Bilind a li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn ji doza Atalay wêdetir e.

TANRIKÛLÛ: EM Ê TEQEZ VÊ DARBEYA LI DIJÎ MAKEZAGONÊ TÊ BIBIN

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku biryara Dadgeha Bilind a li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn ji doza Atalay wêdetir e.

Tanrikûlû di daxuyanîya xwe ya vîdeoyê ya dema nobeda edalet û demokrasiyê ya ku li TBMMê dest pê kir de dîyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin, lewma ji bo protestokirina biryara Dadgeha Bilind li Meclîsê dest bi nobeda dorê kirine.

Tanrikûlû anî ziman ku, "Biryara Dadgeha Bilind hewldana derbeyê ye" û wiha axivî, "Ji bo vê jî li dijî biryarê me dest bi çalakîya nobedê kir ku li Meclîsê çareserîyek bê dîtin. Em ê her roj 20-25 parlamenteran di nobedê de bihêlin. Armanca vê hewldana derbeyê ji doza Can Atalay gelek zêdetir e. Bi dîtina min a şexsî peyamek ji bo AKP di vê biryarê de heye. Di nava darazê de gelek rêxistin hene.

Endamên darazê yên ku bi rêxistinên sûc ve girêdayî ne hene. Yên ku di nav wan de ne jî peyamê didin AKP'ê: Hûn nikarin werin ser me, me we li desthilatdarîyê hiştin, hûn werin em ê wiha bikin. Em ê vê makezagonê biparêzin. Em ji bo serwerîya gel li vir in. Em ê teqez vê darbeya li dijî makezagonê têk bibin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.