NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: NAXWAZIN DOZA TAHÎR ELÇÎ RONÎ BIBE

Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku daxwazên di doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê 8 sal berê hat qetilkirin pêk nehatin û nexwestin bûyer ronî bibe.

TANRIKÛLÛ: NAXWAZIN DOZA TAHÎR ELÇÎ RONÎ BIBE

 

Sezgîn Tanrikûlû ku beşdarê danişînê bû dîyar kir ku îdîaname ne ji bo ronîkirina bûyerê ye û daxwaz hatine redkirin û wiha axivî; “Tahîr Elçî Di weşana zindî de hat qetilkirin.

 

Di destpêkê de bû hedef. Wî tehdît kirin û lêpirsînên neqanûnî hatin destpêkirin.

Van hemûyan pêvajoya ber bi mirina wî ve lezand. Lêpirsîna dozgêr 5 salan berdewam kir, 3 sale pêvajoya dozê berdewam dike.

Ji bo ev bûyer ronî nebe îdîaname hatine amadekirin.

Ev wek pêvajoyek darizandinê ya ku tê de bersûc bi bêcezakirinê têne xelat kirin, dimeşe.

Daxwazan heta îro hatine redkirin. Gel di wijdanê xwe de xwîn diherike. Bi dehan serokên baroyan û gelek hevalên me yên parêzer li hundirin. Daxwazên alîyên mudaxil ku yên bi hiqûqîne, divê bên cîh.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.