NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: SÎYASETMEDARÊN KU NÎZANIN BUHAYÊ SIMÎT ÇIKAS E HENE

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Tanrikûlû; "Sîyasetmedarên ku nizanin simît çiqas e hene."

TANRIKÛLÛ: SÎYASETMEDARÊN KU NÎZANIN BUHAYÊ SIMÎT ÇIKAS E HENE

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû ku li Amedê ji bo 2 sênî simîtan hezar û 200 TL da û behsa namzetê AKP'ê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Halîs Bîlden kir û wiha got, "Sîyasetmedarên ku nizanin simît çiqas e hene."

 

Nîqaşên ku li ser gotûbêja namzetê AKP'ê yê Şaredarîya Bajarê Mezin Bîlden a bi zarokê simît difroşe re destpê kir, dewam dikin.

 

Tanrikûlû bi dîmena ku weşand, rexne li namzetê şaredarîyê yê AKP'ê Bilden û AKP'ê girt û wiha axivî, "Simît xwarineke vî welatê bû ku feqîr û kedkar di her kêlîyê de dikaribûn bigihêjin wê û xwe têr bikin. Lê niha bûye luks. Îro sîyasetmedarên ku dixwazin 100 TL bidin û sênîyek simît bikirin hene. Sîyasetmedar hene ku ne kolanê û ne jî buhayê simît nizanin. Ger îro pêdivîya gel bi kirîna simîtan kiribe, divê ev hikûmet jê şerm bike!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.