NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛYÊ CHP’YÎ LI MECLÎSÊ PIRSGIRÊKÊN AMEDÊ ANÎ ROJEVÊ

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, dîyar kir ku cotkar nikarin li Lijneya Genim a Tirkîyeyê (TMO) berhemên xwe bifiroşin û Rêhewaya Tirkîyeyê (THY) jî bi têra xwe seferan nade Amedê.

Tanrikûlû li Meclîsê pirsgirêkên bajarê Amedê anî rojevê û wiha got, “Mixabin cotkar mehkûmê bazirganîyê dikin. Her tonek genim hezar û 500 û 2 hezar lîre zirarê dide cotkaran. Ji ber ku TMO bi têra xwe kirînê nake, divê ev rêbaz bê rawestandin.”

Tanrikûlû, derbarê seferên balafiran de jî wiha got,

“Li bajarê ku nifûsa wê milyoneke e 155 seferên balafiran tên kirin, lê li bajarê Amedê ku hejmara nufûsa wê du qat zêde ye û li herêmeke navend e tenê 35 seferên teyaran tên kirin. Mixabin ev jî qîm nake. Divê seferên teyaran ji bo Amed, Êlih û Mêrdînê bên zêde kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.