NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLÛ: YA KU HÛN PAŞGUH DIKIN PIRSGIRÊKA KURD BI XWE YE

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di roja dawî ya muzakereyên butçeyê de Komkujîya Roboskî’yê di salvegera 12êmîn de li Meclîsê bi bîr xist.

TANRIKÛLÛ: YA KU HÛN PAŞGUH DIKIN PIRSGIRÊKA KURD BI XWE YE

 

Tanrikûlû, anî ziman ku di sala 12'an a Roboskî de ku 17 jê zarok 34 welatîyên me hatin qetilkirin, ji alîyê sîyasî û hiqûqî ve berpirsyarê bê edaletîyê dewlet e û wiha got: "Ji ber vê yekê ez careke din dibêjim: li ser tabela ku navê fermandar nivîsîye tevbigerin.

Ji bo Roboskîyê edalet pêk were, însîyatîfa xwe pêk bînin." Tanrikûlû, derbarê êşkencekarê girtîgeha Amedê Esat Oktay Yildiran ê ku li Îzmîrê li dibistanek hat dayîn û piştre ji ber bertekan wê betal kirin de jî wiha axivî; “navê berpirsyarê êşkence û mirinên Girtîgeha Amedê ku ji 10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê ye, piştê 40 sal ji dibistanek re tê dayîn, a ku hûn paşguh dikin pirsgirêka Kurd bi xwe ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.