NÛÇEYÊN KURDÎ

TAŞKESEN Ê KU JI AKŞNERÊ RE GOTIBÛ “EV DER KURDISTAN E” HAT BINÇAVKIRIN

Cemîl Taşkesen ê ku di dema diyaloga xwe ya bi Akşener re bi gotina "Ev der Kurdistan e" derket pêş, dîsa hat binçavkirin.

TAŞKESEN Ê KU JI AKŞNERÊ RE GOTIBÛ “EV DER KURDISTAN E” HAT BINÇAVKIRIN

Cemîl Taşkesen ê ku di 28'ê Cotmeha 2021'an de di dema serdana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partîyê Meral Akşener a li navçeya Kurtalan a Sêrtê de bi gotina "Ev der Kurdistan e" bal kişandibû, careke din hat binçavkirin.

Taşkesen ku di ketina Kurtalan de hat binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Sêrtê.

Taşkesen ku berê jî bi îdîaya "propagandaya terorê kirîye" hatibû binçavkirin, lê piştê îfadeya li dozgerîyê hatibû berdan.

Di heyama serdana esnafan de Akşener, çûbû dikana Cemîl Taşkesen jî. Taşkesen ji Akşener re wiha gotibû; "Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, 'Kurdistan' tê înkarkirin. Em li dijî vê yekê ne. Niha ev der 'Kurdistan' e, lê mixabin ev 'Kurdistan' li Meclîsê tê redkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.