NÛÇEYÊN KURDÎ

TATAR: DI ERDÊ DE 7.3 METRE CÎH GUHERTIN PÊKHATÎYE!

Midûrê Giştî yê Kêmkirina Rîskê ya AFAD'ê Orhan Tatar, di roja 10'emîn a erdhejê de têkildarî karesata ku pêk hatîye de daxuyanîyên nû da.

TATAR: DI ERDÊ DE 7.3 METRE CÎH GUHERTIN PÊKHATÎYE!

Midûrê Giştî yê Kêmkirina Rîskê ya AFAD'ê Orhan Tatar, di roja 10'emîn a erdhejê de têkildarî karesata ku pêk hatîye de daxuyanîyên nû da.

Tatar got, "Pir zêde erdhejên biçûk çêdibin. Em bi rewşeke ne asayî re rû bi rû ne.Bi giştî hejmara erdhejên ku heta niha çêbûne 3 hezar û 858 e." Tatar her wiha dîyar kir ku bi agahîya ku ji qada erdhejê hatîye hildan, hat tesbîtkirin ku di erdhejên ku navenda wê Maraş e, bi qasê 7,3 metreyî cîhguherîn çêbûne. Di berdewamîya axavtina xwe de Tatar wiha got, “Erdhejên bi çûk yên piştê erdhejê berdewam dikin. Li herêmê hê jî gelek avahîyên ku zirar nedîtine, an jî xisareke kêm jî tê de çêbûbe, divê hemwelatî ji wan avahîyan dûr bikevin. Dibe ku hilweşîn di avahîyên ku nehatine hilweşandin de jî pêk were. Niha li hinek deverên herêmê bi taybetî ber bi bakur ve berfeke zêde dibare. Dibe ku li vê derê xetereya berfê hebe. Li hinek cihan em ji welatîyên xwe daxwaz dikin ku di vî warî de li herêmên nêzî cihên niştecihbûnê baldartir bin. Dema ku em li agahîyên qadê dinêrin, her wiha herêm hene ku li hinek cihan xetera şimitîna erd û zinaran heye. Rizgarîyên mûcîze hê jî berdewam dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.