NÛÇEYÊN KURDÎ

TAXA BAGCILARA KU JI 4 BAJARAN MEZIN E DIXWAZE BIBE NAVÇE

Muxtarê taxa Bagcilarê ya Amedê ku li Tirkîyeyê yek ji taxên herî mezin e, diyar kir ku ew dixwazin taxa wan bibe navçe.

TAXA BAGCILARA KU JI 4 BAJARAN MEZIN E DIXWAZE BIBE NAVÇE

Muxtarê taxa Bagcilarê ya Amedê ku li Tirkîyeyê yek ji taxên herî mezin e, diyar kir ku ew dixwazin taxa wan bibe navçe.

Li gor encamên pergala qeydkirina nifûsê ya TUÎKê ya sala 2022'an, taxa Bagcilara navçeya Baglarê ya Amedê, bi zêdetirê 149 hezar nifûsa xwe bû taxa herî mezin a Tirkiyeyê. Taxa Bagcilarê bi rûbera xwe 18 hezar çarmetir ji bajarên Baybûrt, Dêrsim, Erdexan û Gumuşhaneyê mezin û berfirehtir bû. Muxtarê taxa Bagcilarê Şehmus Şîrdenlî, diyar kir ku taxa wan ji alîyê taybetmendî û dorfirehîya xwe ve ji bo bibe navçe guncav û amade ye û wiha got, “Me serî li her derê da û em dixwazin taxa xwe bikin navçe. Taxa me taxeke modern e û nifûsa me ji bo vê yekê guncav e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.