NÛÇEYÊN KURDÎ

TAXA PEYASÊ, LI DIJÎ TÎRYAKÊ WÊ KOMELEYÊ AVA BIKIN

Şênîyên Taxa Peyasê ku li dijî tiryakê xwe bi rêxistin kirin, dîyar kirin ku ew ê komeleyê ava bikin û têkoşîna xwe li tevahîya bajêr belav bikin.

TAXA PEYASÊ, LI DIJÎ TÎRYAKÊ WÊ KOMELEYÊ AVA BIKIN

Şênîyên Taxa Peyasê ku li dijî tiryakê xwe bi rêxistin kirin, dîyar kirin ku ew ê komeleyê ava bikin û têkoşîna xwe li tevahîya bajêr belav bikin.

Li gor 'Rapora Zarokan a Amedê' ya ji alîyê HDP û Baroya Amedê ve hat ragihandin, hat destnîşankirin ku li bajêr temenê tiryakê daketîye 9-12 salîyan û ji sedî 100 bikaranîna madeyên tîryakê zêde bûye.

Hemwelatîyên Taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê ji bo ku li Amedê pêşî li berbelavbûna tiryakê bê girtin, ketin nava liv û tevgerê.

Hemwelatîyên li taxa Peyasê dijîn di 30'ê Îlonê de li Mala şînê ya Peyasê bi dirûşmeya "Ji tiryakê re bêjin êdî bes e" civînek li dar xistin.

Digel hemwelatîyan, ji Heyva Kesk û Navenda Tedawîya Alkol û Madeyên Tîryakê (AMATEM) jî psîkolog, civaknas, pisporên xebatkarên civakê û maqûlên herêmê beşdarê civînê bûn.

Şênîyên taxê yên beşdarê civînê bûn, dîyar kirin ku ew ê ji taxa xwe de dest pê bikin û li tevahîya bajêr çalakîyên hişyarîyê li dar bixin û banga hişyarîyê li raya giştî kirin.

Yek ji rayedarên komeleyê Mehmet Tokkoç, dîyar kir ku ew dixwazin li taxa xwe bikaranîna tîryakê bidawî bikin û wiha got, "Em bi van civînan dixwazin xwe bigihînin girseyeke berfireh û bên asta komeleyê. Em dikarin bi alîkarîya rêxistinên civaka sivîl, psîkolog, civaknas û malbatan vê yekê bi serkeftî pêk bînin. Ji bo vê jî em dixwazin sazîyên têkildar alîkarîya me bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.