NÛÇEYÊN KURDÎ

TEB: EM Ê PLANSAZÎYA XWE YA ÇALAKÎYÊ GAV BI GAV PÊK BÎNIN

Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê (TEB) û 54 Odeyên Dermanfiroşên Herêmî, piştê Civîna Navherêmî daxuyanîya dawî eşkere kirin.

TEB: EM Ê PLANSAZÎYA XWE YA ÇALAKÎYÊ GAV BI GAV PÊK BÎNIN

Yekîtîya Dermanfiroşên Tirkîyeyê (TEB) û 54 Odeyên Dermanfiroşên Herêmî, piştê Civîna Navherêmî daxuyanîya dawî eşkere kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di pîşeya dermanfiroşîyê de gelek pirsgirêkên ku li benda çareserîyê ne hene û tevî têkoşîna hebûn û tinebûnê jî pirsgirêk tên paşguhkirin. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku dermanfiroşan biryar dane li ber vê îradeya ku wan nahesibîne, ti carî bejna xwe natewînin. Hat dîyarkirin wan biryar dane ku ew bi hev re tevbigerin û daxuyanî wiha berdewam kir; “Weke pêwîstîya vê sondê, ji bilî tevgerê, ti çareyê me nemaye. Ji bo parastina rûmeta xwe ya pîşeyî, em ê plansazîya çalakîya xwe ya gav bi gav bi cih bînin û ger hewce bike em ê biryara girtina dermanxaneyê jî bidin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.