NÛÇEYÊN KURDÎ

TEDAWÎYA ZAROKÊ KU MAŞÎNEYA ZIRXÎ LÊ QELIBÎBÛ BERDEWAM E

Dermankirina zarokê ku li Silopîyayê di encama lêdana maşîneya zirxî de hestîyê wî şikestibû û birîndar bûbû, berdewam dike.

TEDAWÎYA ZAROKÊ KU MAŞÎNEYA ZIRXÎ LÊ QELIBÎBÛ BERDEWAM E

Dermankirina zarokê ku li Silopîyayê di encama lêdana maşîneya zirxî de hestîyê wî şikestibû û birîndar bûbû, berdewam dike.

Li Taxa Dîcleyê ya navçeya Silopîyaya ya Şirnexê, zarokê 5 salî yê binavê Y.Y. di encama lêdana maşîneya zirxî de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneya taybet a Elezîzê.

Hat dîyarkirin ku rewşa tenduristîyê ya Y.Y ber bi başbûnê ve diçe. Malbata zarok dîyar kir ku hestîyê kulêmeka zarokê wan şikestîye û bi xetereya xwînrijîya navxweyî re rûbîrûye. Ji ber vê yekê di bin muşahedeyê de ye. Malbatê got ku ew li bendê ne ku zarokê wan roja Duşemê were ji nexweşxaneyê were derxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.