NÛÇEYÊN KURDÎ

TEVGERA EKOLOJÎYÊ YA MEZOPOTAMYAYÊ ÇALAKÎYA ŞITLÊ DARAN

Tevgera Ekolojîyê ya Mezopotamyayê wê çalakîya çandinîyê ya ku par bi şîara "Bi şitlekê li jîyanê xwedî derkeve" dabû destpêkirin, dîyarî qurbanîyên erdhêjê kir.

Tevgera Ekolojîyê ya Mezopotamyayê di daxuyanîya xwe ya nivîskî de banga tevlîbûn û piştgirîyê li rêxistinên ekolojîyê, sazîyên sivîl û hemû gelan kir ku di nava 1-10'ê Nîsanê de bi dirûşma "Darekî biçînin, jîyanê geş bikin" piştgirîyê bidin. Di berdewamîya daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Erdheja ku di 6’ê Sibatê de li Pazarcikê pêk hat û li gelek cihan bandor kir, bi mekanîzmayên rantê yên pergalê veguherîye felaketekê. Bi deh hezaran mirov û ajalan jîyana xwe ji dest dane, jîngehên wan tune bûne. Piştî vê felaketê, pêvajoya avabûna lez û bez a hikûmetê ya bi heman hişmendî û rêbazên ne demokratîk û ne ekolojîk, xwedî heman sedemên rantê û sîyasî ye. Em ê felaketa erdhejê û jîyana ku me ji dest dane ji bîr nekin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.