NÛÇEYÊN KURDÎ

TFF JI AMEDSPORÊ RE 32 HEZAR TL CEZA BIRRÎ

Di maça Amedspor-Isparta32sporê de, ji ber bûyerên meydanî û vala nehiştina derenceyan, li Amedsporê bi giştî 32 hezar TL ceza hat birrîn.

TFF JI AMEDSPORÊ RE 32 HEZAR TL CEZA BIRRÎ

Di maça Amedspor-Isparta32sporê de, ji ber bûyerên meydanî û vala nehiştina derenceyan, li Amedsporê bi giştî 32 hezar TL ceza hat birrîn. Di daxuyanîya Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) de wiha hat gotin; “Di pêşbirka Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê, ya Amedspor-Isparta32sporê ya ku di 24.04.2022an da hat lîstin de, ji ber ku derenceyan vala nehiştin û ev çalakî di heman sezonê de cara duyemîn hat kirin, li Amedsporê 16 hezar TL cezayê pere hat birrîn. Di heman pêşbirkê de, ji ber bûyerên meydanî yên ji alîyê alîgirên Amedsporê ve hatin kirin, biryar hat dayîn ku 16 hezar TL cezayê pere were birrîn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.