NÛÇEYÊN KURDÎ

TFF NAV DÎYAR NEKIR Û GOT, “WÊ DOZÊN SÛC BÊN VEKIRIN”

Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) piştî êrîşên nîjadperest ên li hemberê Amedsporê daxuyanîyeke nivîskî weşand û ragihand, ji ber kiryarên provokatîf û axaftinên di maçên futbolê de tên kirin, wê dozên sûc bên vekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku navên kulûban nehatine bikaranîn.

Di çarçoveya van kiryar û axaftinên provokatîf de, lijneyên me yên têkildar wê tedbîrên pêwîst ên sûc bigirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li stadyuman pankartên provokatîf ên ku hêmanên sûc tê de hene, vekirina wan ji alîyê qanûnê ve sûc e û wiha hat gotin: "Gotin û tevgerên nîjadperestî, cudaxwaz, helwest û tevgerên komên marjînal ên li stadyuman qet nayên qebûlkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.