NÛÇEYÊN KURDÎ

TFF QEDEXEYA DEPLASMANÊ RAKIR

Lîjneya Rêvebir a Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) biryara rakirina qedexeya deplasmanê ya ji bo hezkirîyên Lîga Sûper da.

TFF QEDEXEYA DEPLASMANÊ RAKIR

Lîjneya Rêvebir a Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) biryara rakirina qedexeya deplasmanê ya ji bo hezkirîyên Lîga Sûper da.

Di daxuyanîya federasyonê de wiha hat gotin: “Bi destûra nivîskî ya klûbên mêvandar, tîmên mêvan û biryara Lîjneya Ewlekarîya Werzîşê ya Parêzgeh an jî Navçeyê, kapasîteya temaşevanên tîmên mêvan ku herî zêde ji sedî 10 bû, ji sedî 30 hat zêdekirin. Ji klûbên malê hîn jî tê xwestin ku bi kêmî ve sedî 5 ji kapasîteya rûniştina stadyûmê, ji bo temaşevanên tîmê veqetînin. Weke din, heke her du klûb li hev bikin û Lîjneyên Ewlehîya Werzîşê destûr bidin, trubûnên tîmê mêvan, dikarin ji hêla klûbên mêvandar ve werin bikaranîn. Agahîyên berfireh, wê di statûya Lîga Sûper de bên eşkerekirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.