GÜNDEM

TGC: ZEXT Û BINÇAVKIRINÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN BERDEWAM E

Cemîyeta Rojnamevanên Tirkîyeyê (TGC) bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê bi sernavê "Li ku derê azadîya çapemenîyê hebe demokrasî lê heye" daxuyanî da.

Di daxuyanîya ku bi gotina "Di sala 2023'an de em 3'ê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê di nava van şert û mercên xerab de careke din pêşwazî dikin" de wiha got, “42 hevalên me ji ber nûçeyên ku nivîsandine li girtîgehan girtî ne.

Zext û binçavkirinên li dijî rojnamegerên li Başûrê Rojhilat dixebitin berdewam dikin.

Em dixwazin li welatekî ronî û aştîyane ku demokrasî li ser rêya hilbijartinan geş dibe û rojnamevan di zindanan de nemînin, rojnamegerîyê bikin. 3'ê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê li hemû rojnamevanên ku digel hemû zehmetîyan bi rêgezên rojnamevanîya gerdûnî û fedekarîya xwe karê xwe dikin, pîroz be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.