NÛÇEYÊN KURDÎ

TIR Û OTOBUS LI HEV KETIN: 6 KES MIRIN Û 43 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Denîzlîyê di qezaya trafîkê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.

TIR Û OTOBUS LI HEV KETIN: 6 KES MIRIN Û 43 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Denîzlîyê di qezaya trafîkê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya gundê Dereçîftlîk a navçeya Honaza Denîzlîyê TIR û otobusa rêwîyan li hev ketin. Qeza saet di 05.00’an de çêbû.

Otobus ji bo dawetê hatibû kirêkirin. Li gorî agahîyên destpêkê di otobusê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dane û şofêrê TIR’ê jî tê de 43 kes birîndar bûne. Tîmên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.