NÛÇEYÊN KURDÎ

TMMOB AMED: EM BINÇAVKIRINÊN KEYFÎ Û SÎYASÎ QEBÛL NAKIN

Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Yekitîya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) derbarê girtin û binçavkirinên ku rêveberên wan jî di nav de û navenda wê Amed li 21 bajaran pêk hat de li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da çapemenîyê.

Gelek rêveberên TMMOB’ê beşdarî daxuyanîyê bûn.

Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dersîm Gul a berîya daxuyanîyê axivî, wiha got: “Em ji hevalên xwe re kefîl in, sûc nakin. Di pêvajoyên 1’ê Gulanê û hilbijartinan de binçavkirinên bi vê awayê wê zirarê bidin pêvajoyan. Em îdareyê vedixwînin hiqûq û edaletê.”

Hevberdevkê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê yê TMMOB’ê Alîcan Çetînkaya daxuyanîya bi serenavê “Em binçavkirinên keyfî û sîyasî qebûl nakin” xwend.

Çetînkaya, xwest ku pêvajoya bêhiqûqî ya ketîye roja 4’an, divê tavilê bi dawî bibe û wiha got, “Em dixwazin bêjin ku bi sûcdarîyên bi senaryoyên ji alîyê medyaya alîgir û xwefiroş ve tên servîskirin, nikarin pêşîyê li têkoşîna me bigirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.