NÛÇEYÊN KURDÎ

TMMOB AMED: EM Ê LI DIJÎ HEMÛ PLANÊN KU GELEMPERÎYÊ PAŞGUH DIKIN BIN

Lîjneya Koordînasyona Parêzgeha Amedê ya Yekîtîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) di derbarê guherîna îmarê ya Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de daxuyanî da.

Li ser navê lîjneyê Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Parêzgeha Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatun, daxuyanîyê xwend. Dogan wiha got; "Ji sala 2016'an û vir ve qeyûmên ku bi rêbazên antîdemokratîk ji bo şaredarîyên bi îradeya gelê Kurd hatine hilbijartin, li bajarên me, di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê pêş xistin.” Dogan anî ziman ku her qeyûmê ku tên tayînkirin, qadên rantê diafirînin û plansazîya bajêr jî her tim di vî warî de ye. Dogan, di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Em ê vî bajarê û herêmên ku mafê welatîyên li vî bajarê dijîn nekin amûra rantê. Dema ev hemû tên kirin, em dizanin ku budçeyên ku ji bo xebatên xizmeta gel yên şaredarîyan tên veqetandin, ne ji bo bikaranîna gel e, di serî de ji bo weqfên polîs, leşker, olî û weqfên piştgiran e. Em ê li dijî hemû planên ku guh nadin gelemperîyê bin. Ger encam dernekeve em ê serî li dadgehê bidin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.