GÜNDEM

TMMOB BI MALBATA ŞENYAŞAR RE NOBEDÊ GIRT

Desteya Kordînasyona Bajêr a TMOOB’ê ya Rihayê di roja 527’emîn de, piştgirî da Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar. Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê Adarê ya 2021’an de li pêşîya Edlîyeyê ya Rihayê daye destpêkirin, ket roja xwe ya 527’an.

Polîs ji 8’ê Tebaxê heta niha nahêlin Malbata Şenyaşar li ber edlîyeyê bisekine. Malbatê nobed bi Desteya Kordînasyonê ya Bajêr a TMOOB’ê re da destpêkirin. Ferît Şenyaşar derbarê astengkirina nobedê de axivî û wiha got: “Nobeda Edaletê ev 527 roj in didome. Piştê ku di 8’ê tîrmehê de mudaxele li nobeda me hat kirin her roj em bi sazîyekî sivîl re nobedê digirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîamek pêk hat. Ev 4 sal in di dosyeya dozê de biryara veşartî didome. Her kes şahidê vê neheqîyê ye. Em mafdar in, ji ber vê yekê em ê bi ser bikevin. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji vir neçin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.